ROJANE
Hemû Nûçe
-
Krîz mezin dibe, enflasyon zêde dibe
Li gorî TUÎK'ê, enflasyon di meha Sibatê de bi rêjeya 0.35 ji sedî û ya salane jî 12.37 ji sedî zêde bû. -
ROJEVA 3'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2020'an. -
Destgîrkirina rojnamevanan a li ser sînor rewşa koçberan dişopîne didome
Piştî destgîrkirina xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Rûdaw û şûnde li Edîrneyê dest bi destgîrkirina rojnamevanên navneteweyî jî hate kirin. -
Şantajên Erdogan ên şandina koçberan a mirinê didome
Agahiyên mirina koçberên ku desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ya şandina ser sînoran tê, li gel vê jî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan jî dewam dikin. -
Erdogan bi 'serjêkirinê' gef li Sûriyeyê xwar
Erdogan ku ji bo Idlibê daxwaza agirbestê li Pûtîn dike, bi "serjêkirinê" ku rêbazeke DAÎŞ'ê ye gef li artêşa Sûriyeyê xwar. -
Olûç: Têkildarî Îmraliyê divê tavilê gav bên avêtin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bal kişand ser şewata li Îmraliyê û got, "Gelê me bi fikar e. Divê tavilê gav bê avêtin." -
Nûçegihanê MA'yê Sayilgan hate girtin
Nûçegihanê MA'yê Îdrîs Sayilgan ku li Edîrneyê hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
'Bawerî bi Erdogan nayê, ji destpêkê ve şaşitî hate kirin'
Pêla koçberan a ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve ku dewleta Tirk rê li ber vekir, rojeva sereke ya medya dewletên rojava ye. Saziyên medyayê ragihandin ku dewleta Tirk şantajê dike û diyar kirin, "Ji destpêkê ve diviyabû bawerî bi Erdogan nehatibûya anîn." -
Kurdên li Rûsyayê ji bo Ocalan daxuyanî dan
Kurdên li herêmên cihê yên Rûsyayê dijîn derbarê şewata li Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, nerazîbûn nîşan dan. -
Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Aydinê
Li Aydinê êriş birin ser avahiya HDP'ê ya bajêr. Deriyê avahiyê hate şikandin û tabelaya wê ji şûna wê hate rakirin. -
ROJEVA 2'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2020'an. -
AKP veguhestina penaberan a li ser sînor didomîne
Bi biryara AKP-MHP hatina bi hezaran penaberên ku veguhestandine bajarê Edîrneyê ya li ber deriyê sînor a Pazarkûleyê didome. -
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Tirkiyeyê ya Spûtnîkê hate destgîrkirin
Piştî ku xebatkarên Spûtnîkê hatin destgîrkirin, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Servîsa Tirkiyeyê ya Spûtnîkê Mahîr Boztepe jî hate destgîrkirin. -
DFG'ê destgîrkirina nûçegihanan şermezar kir
DFG'ê destgîrkirina nûçegihanan a piştî ku li Idlibê derb xwarî şermezar kir. -
Tirkiye hawara xwe digihîne NATO'yê, xwe davêje ber lingê Pûtîn
Serokkomarê Tirk Erdogan ku wê li ser mijara Idlibê 5'ê Adarê serdana Moskowayê bike, ji bo destê xwe xurt bike beriya serdanê alîkarî ji NATO'yê xwest. Wezîrê Parastinê yê Tirk jî navek li êrişa dagirkeriyê ya li Idlibê kir. -
Sînemîloglu: Ti caran em ji zextan netirsiyan
Hevserka Bajêr a HDP'ê ya Enqerê Perîhan Sînemîloglu, li ser lêpirsîna derbarê kongreya asayî ya çaran a HDP'ê got, ''Em ti caran ji zextan netirsiyan, em ê netirsin.'' -
Li Rojhilatê Kurdistanê jinek ji ber vîrûsa koronayê mir
Li Rojhilatê Kurdistanê jinek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Ji doh ve li Çînê jî 35 kesên din jî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Ji roja derketî holê cara pêşî vîrûs li Amerîka û Awusturalyayê bû sedema mirina mirovan. -
3 xebatkarên Spûtnîkê hatin destgîrkirin
Piştî êrişa li dijî xebatkarên Spûtnîkê 3 rojnamevan danê vê sibehê hatin destgîrkirin. -
'Diyanet mejiyê mirovan ditevizîne'
Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku Diyaneta 'tapûyê ji bihuştê' dide, mejiyê mirovan pûç dike û got, "Wezareta Karên Diyanetê dixwaze welê li gel bike ku serê xwe li ber dewletê bitewîne." -
ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Adara 2020'an. -
Li Stenbolê du wesayîtên luks ên AKP’yiyan hate şewitandin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz diyar kirin ku li Stenbolê wan du wesayîtên luks ên AKP’yiyan şewitandine. -
Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar ê sala 1999’an dema hate destgîrkirin û windakirin civiyan. Di çalakiyê de hate diyarkirin dewletê Aydinlar winda kiriye û got: “Wê edalet ji bo we jî pêwîst bike.” -
AKP berê koçberan dide Ewropayê
Dewleta Tirk a li Idlibê derbên giran xwarin, koçberên tim weke şantaj bikar dianî bi otobusan berê wan didin sînor. Yewnanistanê jî got: “Em rê nadin.” -
HDP: AKP penaberan mîna çekê bi kar tîne
Berpirsa Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu got, ''AKP penaberan mîna çekê bi kar tîne. Ji mirina penaberan wê AKP berpirs be.'' -
Li Kartalê wesayita AKP'yiyekî hate şewitandin
Li navçeya Kartalê ya Stenbolê hate gotin wesayita AKP'yiyekî hate şewitandin.