HDP: AKP penaberan mîna çekê bi kar tîne

Berpirsa Komîsyona  Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu got, ''AKP penaberan mîna çekê bi kar tîne. Ji mirina penaberan wê AKP berpirs be.''

Berpirsa Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu, piştî windahiyên dewleta Tirk ên li Idlibê derbarê mijara ku AKP penaber kirine hedefa xwe daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin desthilata Tirk AKP piştî windahiyên leşkerî yên 27'ê Sibatê li Idlibê dîsa rahiştiye rota penaberan û got, ''AKP penaber ji xwe re kiriye amûreke polîtîk, weke çekê bi kar tîne.''

Agaoglu diyar kir, ''Bi helwesta AKP'ê re penaber ji deverên cuda ên Stenbolê bi wesayitan li ber deriyên sînor hatine danîn û navbeynkarên ku bazirganiya mirovan dikin ketine dewrê.'' û bi bîr xist penaber bi rêya bejahiyê û deryayî bi şertên xirab berê xwe dane sînorên Yewnanîstan û Bulxarîstanê.
Agaoglu her wiha got, ''Di vê rêya taloke ya penaberan de, ku AKP'ê ew ji xwe re kirine amûra şantaj û gefxwarinê, ji bûyerên mirinê û trajediya penaberan wê AKP berpirs be.''