AKP veguhestina penaberan a li ser sînor didomîne

Bi biryara AKP-MHP hatina bi hezaran penaberên ku veguhestandine bajarê Edîrneyê ya li ber deriyê sînor a Pazarkûleyê didome.

Piştî ku dewleta Tirk li Idlibê derbe xwar, hatina penaberên ku anîbûn ser sînorê Ewropayê ya ji bo Edîrneyê didome. Hejmara penaberên ku bi taksî, otobûs û trenan vediguhezînin bajarê Edîrneyê her ku diçe zêdetir dibe. Heta niha bi hezaran penaber veguhestiye ber deriyê sînor a Pazarkûleyê, ji ber ku leşkerên Yewnanistanê deriyê sînor a Kastaniesê li ser hatûçûyîna wesayît û meşê girtiye bi sedan penaber li qada tampon bendewar mane.

LEŞKERAN BARIYER RAKIRIN

Îro vê sibehê li bajarê Edîrneyê rêya deriyê sînor a Pazarkûleyê ku hatibû daxistin di saetên nîvro de dubare vebû. Tîmên jendarma bi rakirina bariyeran destûr dan penaberan ku derbas bibin. Bi vebûna rê re penaberên ku li herêmê bendewar mabûn jî ber bi deriyê sînor a Pazarkûleyê meşiyan.

Xeta sînor ya ku roja beriya niha leşkerên Yewnanistanê bi otobusan daxistibûn doh sibehê bi tel girtibûn. Penaberên ku li pêşiya deriyê sînor a Pazarkûleyê û hawîrdora wê li pişt telan bendewar mabûn, di navbera wan û leşkerên Yewnanistanê de dem bi dem şer û pevçûn derket.