Sînemîloglu: Ti caran em ji zextan netirsiyan

Hevserka Bajêr a HDP'ê ya Enqerê Perîhan Sînemîloglu, li ser lêpirsîna derbarê kongreya asayî ya çaran a HDP'ê got, ''Em ti caran ji zextan netirsiyan, em ê netirsin.''

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya bi çendekê li Enqerê kongreya xwe ya asayî ya 4'an bi tevlêbûna bi hezaran kesî pêk anî. Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîloglu li ser kongreyê got, coşiyeke zêde bû, kongreyeke bêhempa kirine û li gel hemû zext û zordariyan jî bi hezaran kes tevlî kongreyê bûne.

Sînemîloglu bal kişande ser destgîrkirinên piştî kongreyê û got, ''Tabloyeke bêhempa bû û ji bo desthilatdaran bû peyameke cidî. Hema di pey re Devlet Bahçelî em kirin hedefê. Lêpirsînê dest pê kir. Jixwe dema ku kongre qediyayî xebatkarên pergala deng û yên ku ji derveyî bajêr hatibûn hatin destgîrkirin. Her gava ku em davêjin dibe sedema lêpirsînan. Lê em ti caran netirsiyan, em natirsin. Her car tiştên ku bi me rast in em ê bibêjin. Îro tiştên ku li Idlibê dibin jî wiha ne. Ên ku duh tezkere îmze kirin niha dibêjin,''ji şer re na, em derketin kuçeyan''. Me duh jî eynî tişte got û niha jî em dibêjin.''

DI HER ŞERTÎ DE EM Ê LI KUÇEYAN BIN

Ber bi 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ve, Sînemîloglu got rêxistina bajêr a HDP'ê  starta xebatan daye û domand: ''Li pêşiya me 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê heye. Niha em rêxistina HDP'ê ya  Enqerê me bala xwe daye ser an. 8'ê Adarê em ê bi rengê Platforma Jinan a Enqerê tevlê bibin. Me dest bi xebatên xwe kir. Em ê fîlman nîşan bidin, xebatên dowîzan bikin. Em hewl didin ku jinên dernakevin derve tevlê bikin. 8'ê Adarê ya par, li gel zext û destgîrkirinan jî me qad tije kiribûn. Dîsa wê wiha be. Şert çi jî bin em ê li kuçeyan bin û kuçeyan dagirin.''