Nûçegihanê MA'yê Sayilgan hate girtin

Nûçegihanê MA'yê Îdrîs Sayilgan ku li Edîrneyê hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan ji bo rewşa koçberên berê xwe dan Yewnanistanê bişopîne çû ser sînorê Edîrneyê lê hate destgîrkirin.

Nûçegihanên MA'yê Sayilgan û Nacî Kaya ji ber biryara "qedexeya derketina derveyî welat" a têkildarî wan, tên darizandin. Her du nûçegihan bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinên darizandinê bûn.

Kaya ji aliyê dadger ve hate berdan, lê hîn jî destgîrkirî ye.

Sayilgan jî danê sibehê sewqî Edliyeya Edîrneyê hate kirin. Sayilgan ku Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî ye, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî 2'emîn Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Erzîromê bû.

Heyeta dadgehê biryara girtina Sayilgan da. Heyeta dadgehê îdîa kir ku li gorî "delîlên" li ber dest ev biryar hatiye wergirtin û diyar kir, eger nûçeyên li herêmê hatin amadekirin di dema îtirazê de weke delîl bên pêşkêşkirin, wê bên nirxandin.

Rojnamevan Îdrîs Sayilgan şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê.