Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Aydinê
Li Aydinê êriş birin ser avahiya HDP'ê ya bajêr. Deriyê avahiyê hate şikandin û tabelaya wê ji şûna wê hate rakirin.
Li Aydinê êriş birin ser avahiya HDP'ê ya bajêr. Deriyê avahiyê hate şikandin û tabelaya wê ji şûna wê hate rakirin.
Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Aydinê bû hedefa êrişê.
Deriyê avahiyê doh hate şikandin û tabelaya partiyê ji şûna wê hate rakirin.
Pêr jî êrişeke bi heman rengî hatibû kirin û rêveberiyên partiyê gilî kiribûn.
Hevserokê HDP'ê yê Aydinê Elvan Ortaklar got, "Li Aydinê rojên dawî kesên li navenda neteweperestan xwe li avahiya me radikişandin."