Li Rojhilatê Kurdistanê jinek ji ber vîrûsa koronayê mir

Li Rojhilatê Kurdistanê jinek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Ji doh ve li Çînê jî 35 kesên din jî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Ji roja derketî holê cara pêşî vîrûs li Amerîka û Awusturalyayê bû sedema mirina mirovan.

Vîrûsa korona ya ku destpêkê li Çînê belav bûyî, niha li gelek welatan belav dibe û roj bi roj metirsiya wê zêde dibe. Li Îranê jî her roja diçe kesên bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibe.

Serokê navenda tenduristiya bajarê Seqiz ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Enwer Behramî diyarkir ku niha 22 kesên guman vîrûsa koronayê li serin, li nexweşxaneya Xumeynî dibin çavdêriya dixtoran dene, jinek temen 55 salî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û li ser 2 kesan jî vîrûsa koronayê hatiye tespît kirin.

Li gorî rêjeya navenda tenduristiyê, niha li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li ser 8 kesan vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin. Herwiha hate gotin ku komek kesên ku guman li ser heye, niha dibin çavdêriya dixtoran dene.

Herwiha cîgirê beşa dermansazî ya Wezareta Tendurstiya Îranê Qasim Ciyanbabanî biryar daye ku êdi ti nexweşxane heya demek nediyar nexweşan wernegire û ji bo kesên gumana vîrûsa koronayê li ser heye amade bin.

HEJMARA QURBANIYÊN LI ÇÎNÊ GIHÎŞT 2870 KESÎ

Komîsyona Tendirûstiya Netewî ya Çînê jî têkildarî encama vîrûsa Koronayê, rapora xwe a 1'ê Adarê parve kir.

Li gorî vê yekê, di nava 24 saetên derbasbûyî de vîrûs di xwîna 573 kesên nû de hat tesbîtkirin.

Ji doh ve 35 kesên din jî ji ber vîrûsê mirin û 34'ê wan ji eyaleta Hubeî in..

Bi vî awayî ji roja derketiye holê, hejmara fermî ya qurbaniyên li Çînê derket 2870..

Kesên bi vîrûsê ketine jî 79 hezar û 824 in.

METIRSIYA VÎRÛSA KORONA YA LI TEVAHIYA CîHANÊ ZÊDE DIBE

Piştî Çînê welatê herî zêde vîrûsê bandor lê kiriye Koreya Başûr e.

Li gorî vê, hejmara nexweşên Korona ji 3 hezar û 500'î derbas bû.

Ên jiyana xwe ji dest dane jî 17 kes in.

Li Îranê jî rayedarên dewletê doh ragihandin ku 9 welatiyên wan ên din ji ber vîrûsê mirine..

Bi vî awayî hejmara giştî ya miriyên li vî welatî derket 43'an..

Hejmara Îraniyên ku vîrûs di xwîna wan de hatiye tesbîtkirin jî derket 593'an.

Li Îtalyayê jî tevî hemû hewldanan pêşî li belavbûna vîrûsê nehat girtin..

Li gorî daneyê fermî, ji hezar kesên ku bi Koronayê ketine, heta niha 29 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rewşa karantînayê li 11 bajarên welat jî dewam dike.

Duyemîn welatê Ewrûpayê ku vîrûs bi bandor lê belav bûye Fransa ye.

Heta niha vîrûs di xwîna 100 kesî de hatiyte tesbîtkirin û ji wan 2 mirov mirine.

Di vê navberê de rêveberiya Bexdayê ragihand ku li welatê wan vîrûsa Korona di xwîna 13 kesan de hatiye tebîtkirin.

Li Amerîka û Awusturalyayê jî vîrûs bû sedema mirina 2 kesan.