DFG'ê destgîrkirina nûçegihanan şermezar kir

DFG'ê destgîrkirina nûçegihanan a piştî ku li Idlibê derb xwarî şermezar kir.

Komeleya Nûçegihanên Dîcle Firatê (DFG) derbarê nûçegihanên ku îro hatine destgîrkirin daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de  hate gotin piştî derba giran a leşkerî ku Tirkiyê li Idlibê xwar, rageşî zêde dibe, bi êrîşan re li ser medyaya sosyal astengî têne danîn û armanc  ji vê ew e ku gel xwe negihîne agahiyan, tenê ji yek kanê nûçeyan bidin.

Di daxuyaniyê de hate gotin nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Idrîs Sayildan, Nacî Kaya, nûçegihanê Rûdawê Rawîs Stêrk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgûn hatine destgîrkirin û her wiha hate bibîrxistin Rêveberê Weşana Giştî ya Yakin Dogu Haberê Alptekîn Dursunogl jî ji ber sedema parvekirinên medyaya sosyal hatiye destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin 3 nûçegihanên Spûtnîkê jî hatine destgîrkirin û hate xwestin, hemû nûçegihan demildest werin berdan.