Şantajên Erdogan ên şandina koçberan a mirinê didome

Agahiyên mirina koçberên ku desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ya şandina ser sînoran tê, li gel vê jî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan jî dewam dikin.

Şantaja dewleta Tirk a ku koçber tim ji bo vê bikar dianî dewam dike, bi vê re jî agahiya mirinên koçberên ku berê wan daye deriyên sînor jî destpê kir.

Ji Servîsa Cîhanê ya BBC Mûghîra Al Sharîf ku navenda wê Stanbolê kar dike li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamk parve kir û îdîa kir ku Ahmed Ebû Emad ê ji Helebê ye vê sibeê saet derdorî 09:07’an li nêzî Îpsalayê ji stûyê xwe birîndar bûye û miriye. Mûghîra Al Sharîf a ji BBC’ê diyar kir ku cenazeyê Ebû Emad şandine Tirkiyeyê.

Reûtersê jî piştrast kir ku ciwaneke Sûriyeyî li ser sînor miriye.

Reûtersê ragihand ku li peravên Girava Mîllîdî cenazeyê zarokekî mirî ji nava avê hatiye derxistin.

Hate ragihandin ku li Girava Mîllîdî Ewlekariya Peravên Yûnan 47 kesên ku keştiya wan noqî avê bûbû, rizgar kirin û zarokek jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên WD Tirkî, piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya roja Pêncşemê kesên bixwazin biçin Ewropayê asteng nakin û şûnde 4 ciwan dema xwestin derbasî aliyê Yewnanistanê bibin, di avê de fetisîne.

TEVÎ MIRINÊ JÎ ŞANTAJÊN ERDOGAN DEWAM DIKIN

Serokkomarê Tirk Erdogan di Civîna Meclîsa Şêwirmendên Bajaran ên AKP’ê de axivî û tevî mirinê jî bikaranîna koçberan a weke şantajê domand.

Erdogan got: “Niha bi sed hezaran dixwazin derbasî Ewropayê bibin. Di demeke nêz de dibe ev hejmara bigihêje bi milyonan. Êdî demê fedekariya yek alî qediya ye.”

ROJNAMEVAN TÊN TEHDÎDKIRIN

Her wiha qaçaxçiyên ku koçberan ji Ayvacikê dixwazin bi pereyan bigihînin Girava Mîdîllî rojnamevanan jî tehdîd dikin.

LI YEWNANISTANÊ TATBÎQAT

Yewnanistan jî piştî koçberên ku berê xwe dane sînor û şûnde li ser sînorê bejahî û avê, dîsa hêzên esmanî û behrê jî li xwe digire, tetbîqatekî berfireh da destpêkirin. Tatbîkat ji herêma sînorê Merîç destpê dike heta herêma Ege ya dawî dewam dike. Armanca vê yekê devjêberdana koçberan a ber bi sînor ve bidin rawestandin.

Bi ragihandina ku wê deriyê sînoran ji koçberan re bê vekirin û şûnde ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo xwe bigihînin Edîrneyê, diçin Stenbolê. Xwediyên mînîbûs, otobus û texsiyan jî bi gotina ‘Ewropa, Ewropa’ qîr dikin ku koçberan veguhêzin ser sînor. Ji koçberan pere digirin û heta ji bo nîşandan navnîşanan jî pereyan ji wan digirin. Ajokarekî texsiyan li Stenbolê li xwe mikur hat ku şeva yekem a agahiya ku sînor hatin vekirin ji malbatekê bi 4 hezar dolarî gihandiye Edîrneyê.