Olûç: Têkildarî Îmraliyê divê tavilê gav bên avêtin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bal kişand ser şewata li Îmraliyê û got, "Gelê me bi fikar e. Divê tavilê gav bê avêtin."
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bal kişand ser şewata li Îmraliyê û got, "Gelê me bi fikar e. Divê tavilê gav bê avêtin."
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser şewata li Îmraliyê.
Olûç diyar kir ku ji roja hate ragihandin ku şewat li Îmraliyê derketiye û vir ve li ser bandora şewatê ya li Ocalan û girtiyên din ên li giravê agahiyeke zelal nehatiye ragihandin.
Olûç got, "Em li bendê ne ku rayedar bi rengekî eşkere bersivê bide vê mijarê. Divê tavilê gav bê avêtin. Ji ber ku zivistanê ku baran û şilî ye netesadûfî ye şewat rû bide. Gelê me gelekî bi fikar e."
'DÎMENÊ LI SER SÎNOR CIHÊ ŞERMÊ YE'
Sarûhan Olûç bal kişand ser helwesta hikumeta AKP-MHP'ê ya li ser penaberan ku rojên dawî berê wan dane ser sînor û got, "Di serî de penaberên Sûriyeyî, penaberên ji welatên cuda bi rengekî ku cihê şermê be berê wan dan ser sînoran. Bi rastî jî cihê şermê ye. Wezîrekî jimarker rabûye dibêje 15 hezar, 30 hezar, 60 hezar, 100 hezar penaber hatine şandin û bi vî rengî raya giştî mijûl dike. Qaşo hejmara penaberên ji Tirkiyeyê veqetiyane eşkere dike. Mirovan li otobusan, li taksiyan siwar dikin û dişînin ser sînor. Şandin Edîrneyê, bajarokên Egeyê. Hejmara yên çûne 100 hezar nîne, hemû derew in. Ji bo civakê mijûl bikin, ji bo ji meseleyên rastî dûr bixîne derewan dikin."
Olûç destnîşan kir ku polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser Sûriyeyê zerareke mezin dide civakê û welêt.