Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar ê sala 1999’an dema hate destgîrkirin û windakirin civiyan. Di çalakiyê de hate diyarkirin dewletê Aydinlar winda kiriye û got: “Wê edalet ji bo we jî pêwîst bike.”

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizm û zarokên xwe yên bi darê zorê hatin windakirin bipirsin, di hefteya 779’emîn de xwestin carek din li Meydana Galatasarayê kom bibin. Polîsan destûra çalakiyê neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Taksîmê lidar xist.

Polîsan çalakiyê dorpêç kir. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan wêne û qurnefilan hildan. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kesan piştgirî da çalakiyê.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku 26 sal berê dema hatibû destgîrkirin hate windakirin pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Dayikên Şemiyê Masîde Ocak xwend û diyar kir ku ew bi êşa şer û mirinê baş dizanin û naxwazin şer pêk were. Ocak li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku di 20’ê Sibata 1994’an de ji aliyê polîsan ve li Bakirkoyê hat destgîrkirin û windakirin pirsî û got: “Cuneyet Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 27’ê Sibata 1994’an de bi awayek fermî hat qebûlkirin ku destgîrkiriye. Encax dema 14 kesên bi Cuneyt re hatibûn destgîrkirin birin dozgeriyê lê hat dîtin ku Cuneyt ne di nav wan de ye. Van kesan di 17’ê Adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt di 20’ê Sibata 1994’an de hatiye destgîrkirin û pişt re agahî jê negirtine. Miduriyeta Polîsan a Şaxa Gayrettepe ji windakirina Cuneyt berpirsiyar e. Gelek kesan şahidî kir ku êşkenceyak giran li Cuneyt hatiye kirin. Encax Emniyeta Stenbolê di 28’ê Sibata 1994’an de malbatê bir Çûkûrcûmaya navçeya Beyoglûyê û ji malbatê re got; ‘lawê we li banga me ya rawestandinê nesekiniye’ û reviyaye. Li ser serlêdana malbatê parêzerên ÎHD’ê bûyerê lêkolîn kirin û bi şahidan re hevdîtin pêk anîn. Piştî lêkolîna hat kirin, ÎHD’a Stenbolê di 25’ê Adara 1994’an de ragihand ku Cuneyet Aydinlar dema destgîrkirî hatiye windakirin.”

Ocak anî ziman ku heta îro ne kujerên Aydinlar hatine dîtin û ne jî pêvajoyek hiqûqî hatiye destpêkirin û ser dosyeya Aydinlar girtine û ji bo vê yekê xwest edalet pêk were.

Piştre apê Aydinlar, Recep Aydinlar axivî, çîroka windakirina biraziyê xwe parve kir û got: “Ji bo dîtina windayan hikumet berpirsiyariya xwe pêk nayne. Bi hezaran însan ji ber polîtîkayên şer hatin windakirin. Cuneyt 26 sal berê di temenê xwe yê 23 saliyê de hat windakirin. Em baş bi wê êşa windakirina ewladekî dizanin. Em pênase û navê vê êşê baş dizanin, em naxwazin tu ewladek ciwan ê malbatekî bimire. Em vê dixwazin. Di nava van 26 salan de vê êşê tecrûbeyek wisa nîşanî me da ku mixabin mirovên ciwan li vî welatî nayên parastin. Însanên me yên ciwan hêj nagihîjin 20 saliya xwe tên windakirin an jî binax dibin. Ji kuştina Cuneyt dewlet berpirsiyar e û em dixwazin dewlet aqûbeta wî eşkere bike.”