AKP berê koçberan dide Ewropayê

Dewleta Tirk a li Idlibê derbên giran xwarin,  koçberên tim weke şantaj bikar dianî bi otobusan berê wan didin sînor. Yewnanistanê jî got: “Em rê nadin.”

Dewleta Tirk a dagirker a li Sûriyeyê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne û li Idlibê derbên giran xwarin, ji bo destekê ji Rojava bigire koçberan dîsa weke şantaj bikar anî. Şaredariyên di bin rêveberiya AKP’ê de bi otobusan koçberan dişînin ser sînor.

AKP BI OTOBUSAN KOÇBERAN DIŞÎN SER SÎNOR

Koçber bi rêya behrê ji peravên Egeyê derbasî giravên Yewnanê dibin, li Edîrneyê jî koçber berê xwe didin sînorê Yewnanistan û Bûlgaristanê. Bendewariya bi sedan koçberên şandine Deriyê Sînor ê Pazarkule yên ji bo derbasî Yewnanistanê bibe, dewam dike. Ji duh sibehê ve koçber bi otobus û mînîbûan dişînin Edîrneyê.

Duh jî ji navçeyên Zeytînbûrnû, Esenler, Esenyûrt û Fatîh ên Stenbolê gelek koçber veguhestin ser sînor. Li gel desteka walî, qeymeqam û şaredariyên AKP’ê komeleyên nêzî hikûmetê jî bi otobusan koçberan vediguhezin.

Ji bajarên cuda jî gelek koçberan dişînin Stebolê.

Ji Otogara Esenler a Stenbolê bi hezaran koçber ji bo bişînin ser sînor li ser rê ne, fîrmayên otobusan her serê 5 deqeyan otobusan dişînin Edîrneyê.

MÎÇOTAKÎS: EM RÊ NADIN

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîryakos Mîçotakîs diyar kir ku bi rêyên ne hiqûqî rêjeyek koçber dixwazin sînor derbas bikin û hejmarek diyar li ber sînorê Tirkiye-Yewnanistanê kom bûne.

Mîçotakîs got: “Yewnanistan ji trajediya li Sûriyeyê pêk hatî ne berpirs e. Bi vekirî dibêjin; Yewnanistan rê nade ku koçber bi awayekî nehiqûqî bê ketina nava welatê wan. Em sînorên xwe bi hêz dikin.