Erdogan bi 'serjêkirinê' gef li Sûriyeyê xwar

Erdogan ku ji bo Idlibê daxwaza agirbestê li Pûtîn dike, bi "serjêkirinê" ku rêbazeke DAÎŞ'ê ye gef li artêşa Sûriyeyê xwar.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku beriya serdana Moskowayê daxwaza agirbestê ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir, gef li rejîma Sûriyeyê xwar.

Erdogan got, "Ez careke din bang li Rûsya û Îranê dikim, li Sûriyeyê derdê me bi we re nîne" û bi "serjêkirinê" gef li rejîma Sûriyeyê xwar.

Erdogan got, "Gefa êrişê ya li dijî nuqteyên me yên çavdêriyê ku piştî bûyerên qewimîn hîn jî tên xwarin, nîşan dide ku aqlê xwe neanîne serê xwe. Eger venekişin derveyî sînorê ku Tirkiyeyê diyar kirine, wê piştî demekê serê wan li ser milê wan nemîne."

Erdogan bendewariya xwe li ser civîna 5'ê Adarê ya bi Pûtîn re anî ziman û got, "Hêvîdar im ku em ê agirbestê yan jî gavên din biavêjin û vî karî tavilê bi encam bikin."

Beriya serdana Erdogan a li Moskowayê, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey û nûnerê Daîmî yê DYE'yê li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft îşev tên Enqereyê.