Destgîrkirina rojnamevanan a li ser sînor rewşa koçberan dişopîne didome
Piştî destgîrkirina xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Rûdaw û şûnde li Edîrneyê dest bi destgîrkirina rojnamevanên navneteweyî jî hate kirin.
Piştî destgîrkirina xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Rûdaw û şûnde li Edîrneyê dest bi destgîrkirina rojnamevanên navneteweyî jî hate kirin.
Wênekêşê AFP’ê Yasîn Akgul, wênekêşê Reûters Huseyîn Aldemîr, wênekêşê EPA Sadet Sûna, wênekêşê Nar Tulga Sezgîn jî di nav de geleke rojnamevanên ku drama koçberên ku rejîma Erdogan berê wan dide sînor dişopînin, hatin destgîrkirin.
Wênekêşê AFP’ê Yasîn Akgul ji wênekêşên Reûtersê Huseyîn Aldemîr hatin berdan, wênekêşê EPA Sedat Sûna, wênekêşê Nar Tolga Sezgîn jî di nav de gelek rojnamevanên din hê jî li Qereqola Jendermeyan a Elçîlî ya Edîrneyê tên ragirtin.