ROJEVA 3'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2020'an.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir, jin wê bi destwerdana rêxistinî, bi plan û xwedî armanc, rêveçûna pêvajoyê diyar bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê û Profesorê Aborî Erol Katircioglû destnîşan kir, pirsgirêka nasnameyê ji pirsgirêka çînî girantir e û got, "Li Tirkiyeya vê serdemê pirsgirêka nasnameyê bêhtir li pêş e."
Li dijî vîrûsa korona, ku li tevahiya cîhanê bi hezaran kes ji ber wê mirin, dewleta Tirk bi têrkerî tedbîran wernagire. Ev yek jî sedema nerazîbûnan e. Penaberên tên Wanê ji aliyê tenduristiyê ve bi têrkerî nayên kontrolkirin.
'Reşik' ku yek ji berhemên girîng ên çand û kevneşopiya Kurd e, li kargeha biçûk a Mecît Emen ê li Wanê tên çêkirin. Emen dibêje, ew dixwaze vê kevneşopiyê bigihîne nifşên nû.
Li Îsraîlê di nava salekê de sê hilbijartin hatin kirin. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû tevî sûcdariyên bertîlê jî bi ser ket.
Pentagonê ragihand, ew ne li bendê ne ku heman piştî peymana bi Talîbanê re li Efganistanê tundî di cih de kêm bibe yan jî bi temamî bisekine. Talîbanê jî agirbesta neh rojan bi dawî kir. Li gorî pisporan, Talîbanê li Dohayê Emerîka teslîm girt, niha jî dixwaze desthilatdariya navendî teslîm bigire.
Li paytexta Albanya Tîranê, bi hezaran kes li ser daxwaza Serokkomar daketin qadan û hikumeta Serokwezîrê sosyalîst Edî Rama bi sûcdariya nelirêtiyê şermezar kirin.