Krîz mezin dibe, enflasyon zêde dibe

Li gorî TUÎK'ê, enflasyon di meha Sibatê de bi rêjeya 0.35 ji sedî û ya salane jî 12.37 ji sedî zêde bû.

Têkçûna aboriya Tirkiyeyê êdî ji aliyê saziyên desthilatdariya AKP'ê ve jî nikare bê veşartin.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), di meha Sibatê de li Endeksa Buhayê Mezêxeran di meha Sibatê de li gorî mehek berê bi rêjeya 0.35 ji sedî, li gorî meha Kanûnê ya par jî bi rêjeya 1.71 ji sedî zêdebûn çêbûye.

Li gorî heman meha sala derbasbûyî jî 12.37 ji sedî zêde bû.

Li gorî sala derbasbûyî berhemên ku buhayê wan zêde bû; vexwarinên bi alkol û tûtinê bi rêjeya 40.15 ji sedî, mal û xizmetên cuda bi rêjeya 16.44 ji sedî û avahî 15.31 ji sedî zêde bûn.

Sazî û lêkolînên serbixwe jî nîşan didin ku desthilatdarî dest li daneyên TUÎK'ê werdide. Tê destnîşankirin ku daneyên rastî ji vê girantir in.