Kurdên li Rûsyayê ji bo Ocalan daxuyanî dan
Kurdên li herêmên cihê yên Rûsyayê dijîn derbarê şewata li Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, nerazîbûn nîşan dan.
Kurdên li herêmên cihê yên Rûsyayê dijîn derbarê şewata li Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, nerazîbûn nîşan dan.
Li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye Kurd hatin ba hev û diyar kirin ku ev çend roj in ku li hemberî şewata li Îmraliyê bi fikar in û diyar kirin ku divê parêzer biçin hevdîtina Rêber Apo.
Hevseroka Meclîsa Kurdan a Moskovayê Rafike Kemail û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ên li Moskovayê Tera Qadir axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku ew nikarin agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û ji bo rewşa wî zelal bibe divê hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re pêk were.
MÎÇÛRÎNSK
Li bajarê Mîçûrînsk ê Tambova Rûsyayê jî Kurd li hev civiyan û ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Çalakgeran diyar kirin ku Rêber Apo û hevalên bi wî re, di bin talûkeyê de ne û CPT di serî de hêzên navneteweyî ji vê rewşê berpirsyar in.
KRASNOKÛT
Li navçeya Krasnokût a herêma Saratovê jî ji ber şewata li Îmraliyê daxuyanî dan. Hevserokê Otonomiya Kurdan a Krasnokûtê Ramazan Bûdakov di daxuyaniyê de axivî û got ku “Rêber Apo 21 sal in dîl e û êşkence lê tê kirin. A niha jî tê diyarkirin ku agir bi Îmraliyê ketiye. Em diyar dikin ku heta Rêber Apo azad bibe wê têkoşîna me bidome û em ê xwedî li Rêber Apo derkevin.”
YERŞOV
Kurdên li navçeya Yerşovê jî derbarê şewata li Îmraliyê nerazîbûna xwe nîşandan. Serokê Otonomiyê MîrzaalîYûsûbov di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji ber şewata li Îmraliyê gelê Kurd ketiye nav fikaran û divê li hemberî vê şewatê tu kes bêdeng nemîne. Yûsûbov bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku bila bi lez mudaxeleyî vê rewşê bikin û helwesta xwe zelal bikin.