3 xebatkarên Spûtnîkê hatin destgîrkirin

Piştî êrişa li dijî xebatkarên Spûtnîkê 3 rojnamevan danê vê sibehê hatin destgîrkirin.

Doh êvarê li Enqereyê li dijî servîsa Tirkiyeyê ya ajansa nûçeyan a Rûs Spûtnîkê êrişeke nîjadperestî hate kirin. Piştî êrişê 3 rojnamevan serê sibehê hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku rojnamevan ji ber nûçeya bi sernavê "Eyaleta dizî: Hatay beriya 80 salan çima ji aliyê Fransayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin" hatin destgîrkirin.