ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Adara 2020'an.

Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîloglû nerazîbûn nîşanî lêpirsîna li dijî kongreya 4'emîn a HDP'ê da û got, "Em ti carî ji zext û zordariyê netirsiyan, em ê netirsin."

Li Wanê û navçeyên wê bi sedan avahî hene ku di her du erdhejên sala 2011'an de xisareke giran li wan bû. Fikar hene ku bi erdhejeke bi tundiya navîn wê ev avahî hilweşin û bibin sedema mirina mirovan.

Nêzî 150 hezar Katalanên li bajarê Perpîgnan ê Fransayê, lîderê li sirgûnê Carles Pûîgdemont pêşwazî kirin. Pûîgdemont xwest, têkoşîna ji bo serxwebûnê bidome.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp got, piştî ku peyman bi tevgera Talîbanê re hate îmzekirin wê di demeke kurt de bi rêveberên Talîbanê re hevdîtinê bike.

Civîna Konvansiyona Cihêrengiya Biyolojîk a li Romanê piştî hevdîtinên hefteyekê roja Şemiyê bi dawî bû. Ji bo parastina ekosîstemê û birêvebirina çavkaniyên xwecihî bi rengekî mayinde, heta sala 2050'î plansaziyeke berfireh tê danîn.