Berpirsyarê Weşana Giştî ya Tirkiyeyê ya Spûtnîkê hate destgîrkirin

Piştî ku xebatkarên Spûtnîkê hatin destgîrkirin, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Servîsa Tirkiyeyê ya Spûtnîkê Mahîr Boztepe jî hate destgîrkirin.

Dewlet Tirk piştî ku li Idlibê windahiyên giran da, ajansa nûçeyan a Rûs Spûtnîk kir hedef.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Servîsa Tirkiyeyê ya Spûtnîkê Mahîr Boztepe jî hate destgîrkirin.

Boztepe birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

3 xebatkarên Spûtnîkê yên bûn hedefa êrişa nîjadperestî danê sibehê hatibû destgîrkirin.