ROJEVA 2'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2020'an.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar kir, "Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye."

Rojnameya jinê Newaya Jin, ji bo meha Adarê hejmareke taybet weşand. Rojnameyê ji asta xwecihî heta gerdûnî giranî da ser têkoşîna jinê.

Li navçeya Ebex a Wanê hîn jî cenazeyên 13 penaberên qerisîn nehatine dîtin. Li gorî îdîayan, bi sedan cenaze di binê berfê de ne. Bazirganên mirovan jî bêceza tên hiştin.

Li bajarê Lorîent ê Fransayê, sê şervanên enternasyonalîst ên YPG'î hatin bîranîn.

Yewnanistan û Bûlgaristan bi biryar in ku penaberên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hatine komkirin qebûl nekin. Yekîtiya Ewropa hewl dide çareseriyê ji lîstika penaberan a Erdogan re bibîne.

Vîrûsa korona ya nû Covîd-19 ku li Çînê derkete holê zû belav dibe. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, "şaşitî" ye ku mirov xwe ewle bibîne. WHO'yê destnîşan kir ku vîrûs sînoran nas nake.

Folklora Kurdî bi dewlemendî, rengînî û dîroka xwe ya ku xwe dispêre dengbêjiyê tê naskirin. Mamosteyê Govendê Îsmaîl Altox dibêje, dema mirov wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera Kurd de rol bigre û bide fêmkirin.