Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş
TJA’yê li navçeya Wêranşar a Rihayê, li dijî komkujiyên jinan meş lidar xist.
TJA’yê li navçeya Wêranşar a Rihayê, li dijî komkujiyên jinan meş lidar xist.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Wêranşar a Rihayê bi meşê komkujiyên jinan şermezar kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê pêk hat, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek jin beşdar bûn. Gulsum Ocalan daxuyanî da.
Gulsum Ocalan bal kişand ser komkujiyên jinan ên ku di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Em dizanin ku aqlê dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê jinan qetil dikin. Lewma em her tim dibêjin, ‘komkujiyên jinan polîtîk in’. Em bang li hemû rêxistinên girseya demokratîk dikin; em ji komkujiyên jin û zarokan, tacîz û destdirêjiyê re bêjin bes e. Li dijî komkujiyan em ê bêdeng nemînin.”
Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û çepikan bi dawî bû.