ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Parêzer Serbay Koklu li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû û got, "Têkildarî rewşa şewbê ya li Îmraliyê û tevdîrên hatine girtin, divê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk yekser ji Ocalan hîn bibe."
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, dewleta Tirk nexweşên xwe yên bi vîrûsa koronayê dibe nexweşxaneya li Serêkaniyê û bi vî rengî sûc dike.
Şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê zû belav dibe. Doktor dibêjin, şert û mercên heyî yên li hin nexweşxaneyan vê gavê îdare bikin jî ji ber ku hejmar roj bi roj zêde dibe wê kapasîteya nexweşxaneyan têrê nekin.
Birîna mexdûrên erdheja Elbakê ku 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, hîn nehatiye pêçandin. Di vê serdema vîrûsa koronayê de VEDAŞ'ê jimêrka elektrîkê li konteynirên erdhejzêdeyan bi cih kir.
Parlamenta Hollandayê biryar da ku tevlî sîstema dayina deynên welatên Yekîtiya Ewropayê yên ji ber pandemiya vîrûsa koronayê nebe.