17 sal li ser rûxandina rejîma Beasê re derbas bû
Berî niha 17 salan desthilata Sedam Huseyîn a dîktator û xwînrijandinê ji aliyê hevpeymaniyan ve hate rûxandin lê heta niha jî li Iraqê xwînrijandin nehatiye rawestandin.
Berî niha 17 salan desthilata Sedam Huseyîn a dîktator û xwînrijandinê ji aliyê hevpeymaniyan ve hate rûxandin lê heta niha jî li Iraqê xwînrijandin nehatiye rawestandin.
Berî niha weke rojek wiha ku di 9’ê Nîsana 2003’ê de, 18 hêzên hevpeymanan bi pêşengtiya Emerîkayê li qada Fîrdews ya paytexta Iraqê Bexdayê peykerê serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn rûxand.
Ji 16’ê Tîrmeha 1979’ê heta 9’ê Nîsana 2003’ê Iraq di bin desthilatdariya terorîst û dîktatoriya Sedam Huseyîn de bû. Her wiha ew desthilatdariyeke şovenîst û metirsîdar bû.
Sedam Huseyîn bi awayek veşartî tevlî komên terorîstên El Qaîde bibû di destpêka salên 1980’yan de li gel Îraniyan şerekî bi demdirêjiya 7 salan dest pê kir, heta sala 1988’an domand ji her du aliyan jî nêzîkî milyonek welatî di wî şerî de bûn qûrban. Lê Sedam ti dersek ji wan şer û kuştinan negirt ji ber ku hem jî bi giştî mîna pilingekî birîndar di xeyalên êrîşkirina ser welatên din de bûn.
Di sala 1991’ê de êrîşî welatê Kuweytê kir, ew welat bi giştî dagir kir. Ev êrîşkirin bû sedemê pêşketin û destpêkirina şerê Kendavê ku di wî şerî de artêşa Iraqê şikestin anî, ev liv û tevgera Sedam bû sedemê alozî û ne aramiya rewşa Iraqê. Beşek yê welat weke Herêma Kurdistanê di bin desthilatdariya Sedam de rizgar bû, ambargoya aboriyê danîn li ser Iraqê û ev ambargoya aboriyê bû sedema tinekirina kesayetî û kerameta Iraqiyan.
Di demê desthilatdariya Sedam de gelê Kurd li Başûrê Kurdistan û Iraqê di qonaxekî herî dijwar ya jiyana siyasî, dîrokî û neteweyî de jiyan dikir. Her wiha rastî Enfal û Kîmyabarana Helebce jî hatin, bi hezaran ciwanên welat li ser bîr û fikrên siyasî û Kurdayetiyê hatin gulebarankirin yan ji li sêdarê hatin dayin.
Gelê Iraq ji ber desthiledariya dîktatoriya Iraqê û Sedam Huseyîn westiyabû, ji ber wê bi hemû awayan wê desthilatdariya şovenîst red dikir. Di dema şerê Kendavê de raperîn dest pê kir, beşek ji Başûrê Kurdistanê ji bin desthilatdariya Rejîma Baas rizgarkir ku yek bi yek hêviyên azadiyê di nava dilên gelê Iraqê de çêkir. Di bihara 2003’ê de Emerîka dest bi plana rûxandina Rejîma Baas kir ku divê rejîma Sedam Huseyîn bê tinekirin û rûxandin, di 19’ê Adara 2003’yê de li dijî Sedam şer destpêkir artêşa Emerîka û hevpeymaniya artêşa Iraqê dinava 24 rojan de rejîmê rûxandin.
Hêzên Emerîkayê li qada Fîrdews di 9’ê Nîsana 2003’ê de, bi tinekirina peykerê Sedam Huseyîn peyama rûxandina Rejîma Baas ya li Iraqê ji hemû cîhanê re eşkere kir. Peytexta Iraqê Bexda kete dibin desthiledariya Emerîkayê de.
Piştî rûxandina rejîma Sedam Huseyîn gelê Iraqê li benda jiyanek aram û azad bû û xeyalên jiyanek azad dikir. Di heman demê de rûxandina desthilatdariya Sedam Huseyîn û gihiştina gel ya bi qonaxekî bi vî awayî divê ji bo dewletên dagirker û dîktatorên navçeyê bibe waneyek bi taybetî ji bo Tirkiyeyê.