HDP: Mafên karkeran ji wan tên standin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna nû ya giştî da ku di çapemeniyê de hate weşandin û diyar kir ku mafên karkeran ji wan tên standin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna nû ya giştî da ku di çapemeniyê de hate weşandin û diyar kir ku mafên karkeran ji wan tên standin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose daxuyaniyek weşand û bal kişand ser pêşnûme qanûna giştî ku di çapemeniyê de hatiye weşandin.
Kose diyar kir ku hikumet bi rêya vê pêşnûmeyê dixwaze daxwazên patronan bi rengekî veşartî û eşkere bi cih bîne û got, "Pêşnûme bi gotina 'derxistina ji kar tê qedexekirin' li nava raya giştî hatibe belavkirin jî, rastî ne bi vî rengî ye. Derxistina ji kar nehatiye qedexekirin. Li pêşiya derxistina ji kar a bêtazmînat (4857/25-II) ti astengî nîne. Karsaz ji bo karkeran bê tazmînatê ji kar derxîne bi giranî vê madeyê bi kar tînin û wê vê hewldana xwe jî dewam bikin. Ti pêkanîn li ser kargehan nayê ferzkirin ên ku li gorî qedexeya derxistina ji kar tevnagerin. Daxwaza me eşkere ye; bila derxistina ji kar bi temamî bê qedexekirin."
Kose her wiha destnîşan kir ku li ser pêşnûme qanûnê nêrîna partiya wan wê rojên bê bi raya giştî re bê parvekirin.