Pendamiya Covîd-19: Hejmara miriyan gihişte 90 hezarî

Ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî cîhanê 1 milyon û 500 hezar kes bi vîrûsê ketin, hejmara miriyan gihişte 90 hezarî.

Her diçe ji ber şewba Korona hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin zêdetir dibin. Li cîhanê 1 milyon û 500 hezar kes bi vîrûsê ketine, 90 hezar jî mirine.

Li Ewropayê 755 hezar kes bi vîrûsê ketine û 62 hezar kes jî mirine.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên Tirk 38 hezar û 226 hezar kes bi vîrûsê ketine, 812 kes jî mirine.

HDP

Kampanyaya piştevaniya HDP’ê ya li dijî vîrûsa Korona yê dewam dike. Kampanyaya HDP’ê ya ‘Xwişk û Bira’ jî bê navber dewam dike. HDP’ê bang kir ku divê her kes tevlî banga partiya me bibe; yên xwedî derfet alîkarî bi kesên muhatac re bikin.

REWŞA GIRTIYAN

Li girtîgehan ti tedbîrek ji bo belavbûna vîrûsa Koronayê nehatiye girtin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê li qawîşeke ku girtiyên siyasî lê bûn 2 girtî bi şewba koronayê ketine. Li ser 3 girtiyan jî nîşaneyên vîrûsê jî hene.

Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwan Rihayê bi rêya telefonê li gel malbata xwe geriya, diyar kir ku bi gumana bi şewbê ketinê 6 girtî rakirine nexweşxaneyê.

Saît Bahadir ê li Girtîgeha Şakaranê hate berdan anî ziman ku 18 kes li heman qawîşê dimînin û hinek jî li erdê radikevin. Bahafir diyar kir ku ji ber şewbê ne fêkî û ne jî zebze nadin wan.

Parêzerê Baroya Êlihê Sedat Ozevîn li Navenda Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da û piştî serhildana li Girtîgeha Tîpa M û şûnde li girtiyan dane û li ser vê raporek jî amadekirine.

Li Girtîgeha Bafra ya Semsûrê jî Mehmet Yeter ê 70 salî ku sê sal bû girtî bû hefteya borî ji ber şewbê miribû. Ev yek ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatibû veşartin.

Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî hişyarî da ku neberdana girtiyan ti ferqa wê ji cezayê mirinê tine.

ANYAKAY-Der a ji ber şewba koronayê fikarên xwe yên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman, daxwaz kir ku tavilê gav bên avêtin.

MÊRDÎN-AMED

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Mehmet Emîn Kaplan ê ji ber şewbê di karantînayê de bû mir. Li gel vê li Nisêbînê hejmara kesên mirin bû 2 kes. Berî niha li navçeya Qoser 2, li Midyat û Artûklûyê jî 1 kes, bi giştî 4 kes mirine.

Li nexwexaneyên cihê yên Amedê 56 kes testên wan pozîtv derketiye û giştî 171 kes tên dermankiriin. Her wiha li nexweşxaneyê jî 5 zarok ji ber şewba Covîd-19 tên dermankirin.

Heta niha 1 bi gumana Covîd-19 bi giştî 10 kes mirine.

Li Zanîngeha Tibê ya Amedê hemşîreyek a kar dikir bi gumana şewbê tê dermankirin.

Li navçeya Farqînê jî 7 kesên testên wan pozîtîv derketin li malê tên karantînakirin.

DYE

435 kes bi vîrûsê ketine, 15 hezar jî mirine. Nêzî 400 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎTALYA

140 hezar zêdetir bi şewbê ketine, 18 hezar mirine. 95 hezar jî tên dermankirin.

SPANYA

Li Spanyayê jî 152 hezar kes bi vîrûsê ketine, 15 hezar û 200 kes jî mirine. 85 hezar zêdtir jî tên dermankirin.

FRANSA

112 hezar kesî zêdetir bi şewba koronayê ketine, 10 hear û 800 kes mirine. 80 hezarî zêdetir jî tên dermankirin.

ELMANYA

Zêdetirî 113 hezar kes bi şewbê ketine, 2 hezar û 300 kes jî mirine. 65 hezar jî tên dermankirin.

ÎNGÎLTERE

61 hezar kes bi vîrûsê ketine. 7 hezar zêdetir jî mirine. 53 hezar jî tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson jî baş dibe.

BELÇÎKA

Zêdetirî 25 hezar kes bi şewba koronayê ketine, 2 hezar û 500 kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

22 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine, 2 hezar û 396 kes jî mirne. 19 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE

Li Swîsre 23 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine.  925 kes jî mirine. 13 hezar jî tên dermankirin.

ÎRAN

Zêdetirî 65 hezar kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar kes zêdetir jî mirine. Zêdetirî 30 hezar kes jî tên dermankirin. Çavkaniyên muxalîfan jî diyar dikin ku 22 hezar kes mirine.