ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Endama Rêveberiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir, ku ew li dijî şewbê û êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û got, tevî tevdîran wê bi yekîtî, moral, manewiyat, sebir, fedakarî û berpirsyariyê ji nava vê pêvajoya zehmet derkevin.
Her ku ji çiyê hez dikir bedew dibû, her ku bedew dibû dilezand. Ji dozê bawer kir û şer kir. Di demsalekê de ku bereket bi çiyê re bû yek Mercan Dersim xwe feda kir.
Alîkariya ku li dijî şewbê tê kirin, ji wan kesan re tê dayin ku rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan diyar kirine.
Ji endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran têkildarî qanûna înfazê axivî û got, "Em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Divê girtî hemû bên berdan."
Şewba vîrûsa koronayê baweriya bi hev a welatên Yekîtiya Ewropayê têk bir. Spanya û Îtalyayê bang kirin û gotin, "Eger piştevanî nebe, hebûna Yekîtiya Ewropayê di metirsiyê de ye."
Parêzer Ayşegul Çagatay serdana Emrû Tîmtîk kir ku di rojiya mirinê de ye û got, eger daxwazên wan neyên qebûlkirin hingî wê desthilatdarî weke kujerê parêzeran li dîrokê bi cih bibe.
Artêşa Çadê ragihand, di operasyona 6 rojên dawî de herî kêm hezar çeteyên Boko Haram hatine kuştin.