'Her kesê ku îmkanên xwe heye divê tevlî vê kampanyayê bibe'

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût li ser kampanya 'Malbata xwişk û bira' ya HDP'ê axivî û got, "Em bang li her kesî dikin ku yên derfetên xwe hene ji xwe re malbateke karibe alîkariyê pê re bike bibîne."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo di pêvajoya vîrûsa koronayê de (Covîd-19) piştevaniyê xurt bike, dest bi kampanya 'Malbata xwişk û bira' kir. HDP bi rêya vê kampanyayê dixwaze piştevanî û parvekirinê xurt bike.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî, bal kişand ser girîngiya piştevaniyê di vê pêvajoyê de û bang li her kesî kir ji bo tevlî kampanyayê bibe.

'BANDOR GIŞTÎ YE LÊ ENCAMÊN WÊ NEWEKHEV IN'

Bûlût diyar kir, wan mohra xwe danîn binê projeyeke girîng û bi bîr xist, ew di demeke welê de ne ku pêwîstiya civakî gelekî zêde ye.

Bûlût got, "Ev şewb xwe digihîne her kesî, lê belê encamên wê ji bo her kesî newekhev e' û anî ziman, mirovên ku rewşa xwe ya aborî baş e li mala xwe dikarin di karantînayê de bimînin, lê belê yên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e ev pêvajo gelekî nebaş e.

Bûlût got, "Ji ber ku mirov nikarin debara xwe bikin. Li aliyekî hin mirov hene ku divê bixebitin, lê nikarin biçin kar, hatineya xwe nîne û ji kar tên derxistin. Di demeke wiha de pêwîstiya wan bi alîkariya me heye. Em di dema piştevaniyê de ne. Lewma kampanya malbata xwişk û bira gelekî girîng e."

'KESÊN KU DERFETÊN XWE HENE DIVÊ TEVLÎ KAMPANYAYA ME BIBIN'

Bûlût destnîşan kir, bi milyonan malbat bi tena serê xwe nikarin heq ji vê pêvajoyê derkevin û got, ji niha û pê ve jî wê girîngiya tevnên piştevaniyê eşkere bibin.

Bûlût li ser kampanyayê got, "Bi kampanya malbatên xwişk û bira em pereyan ji cihekî peyda nakin û naşînin cihekî. Ji xwe ev demeke em bi her kesî re didin û distînin ku karibin çi bikin, li gorî derfetên xwe hewl didin li navçe, taxan piştevaniyê biafirînin. Lewma em zanin ku pêwîstiya kê bi alîkariyê heye. Di kampanya me ya malbata xwişk û bira de mirov bi xwe dikin. Her kesên ku derfetên xwe hene divê ji xwe re malbateke pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye peyda bike û di van rojên giran de piştgiriya hev bikin."