Li Îzmîrê girtiyê bi nexweşiya kanserê di nava lepên mirinê de hiştin
Mehmet Salîh Fîlîz ê li girtîgeha Odemîş a Îzmîrê, tevî ku nexweşê kanserê û weremê ye, li gel şewbê jî nayê dermankirin.
Mehmet Salîh Fîlîz ê li girtîgeha Odemîş a Îzmîrê, tevî ku nexweşê kanserê û weremê ye, li gel şewbê jî nayê dermankirin.
Mehmet Salîh Fîlîz li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê tê hiştin. Demeke dirêj e bi kansera rovî ye, hestiyên wî dihele û nexweşiya weremê pê re heye.
Fîlîst ê 23 salî ji ber şewba Covîd-19 tenduristiya wî di bin rîskeke giran de ye. Di 8'ê Nîsanê de roja Çarşemê bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Birayê wî Şehmûz Fîlîz bal kişand ser binpêkirina giran a mafê girtiyan.
Şehmûz diyar kir ku ji bo tedawiya kanserê derziya ku 14 rojan carekê diviyabû li birayê wî bihata xistin lê nehatiye xistin.
Şeymûz Fîlîz anî ziman ku birayê wî di nava lepên mirinê de hiştine û got, "Vîrûsa koronayê mîna li tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî belav bû. Hejmara nexweş û qurbaniyan roj bi roj zêde dibe."
Fîlîz got, "Ji ber nexweşiyan em ji jiyana wî bi fikar in. Belê ji ber vîrûsê nabin nexweşxaneyê, lê belê li girtîgehê jî lê nanihêrin. Li nava girtîgehê ew di nava lepên mirinê de hiştine. Divê rayedar bi paketa dawî ya bicihanîna ceza re girtiyên siyasî tavilê berdin."