Olûç: AKP-MHP'ê ji alîgirê xwe re efûya taybet derxist
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, 'guherîna înfazê' ji bo alîgiran efûya taybet e.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, 'guherîna înfazê' ji bo alîgiran efûya taybet e.
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç debarê guherîna înfazê ya cihêkar li Meclîsa Tirk daxuyanî da.
Olûç got guherîna yasayê ya derbarê kêmkirina înfazê ne ji ber vîrusa koronayê anîne, desthilatdarî keysperestiyê dike, ev ji salekê ye zêdetir e ku ev guherîn hazir kirine. Olûç diyar kir bi 3-5 xalan ew dikarin di rojekê de teklîfeke di yasaya înfazê de wekhev û dadmend bînin lê desthilatdariya Tirk keysperestiyê dike.
Olûç derbarê guherîna yasaya înfazê got desthilatdarî ji bo alîgirên xwe efûyê derdixîne û domand,''Ev teklîfa efûyê ya ji bo alîgiran e. Ango piştî gotina, ''efûya Rahşan'' niha jî gotina ''efûya alîgiran'' derbasî nav jiyana siyaseta Tirkiyê bû. Ên ku teklîf anîne jî dizanin ku ev efû ye. Lê bi rehetî nikarin bibêjin, ji ber ku ji helwesta gel ditirsin. Sedema duyan çiye? Heke bibe efrû divê li Meclîsê dengê piraniyê bistîne. Ango wê hewcehiya wan bi dengên partiyên muxalîf û bi pêşniyarên wan çêbibe. Ji bo vê baypas bikin, ji bo ku partiyên muxalîf li der bihêlin îdîa dikin ku ev ne efû ye.''