Siyasetmedar û alimê Kurd Kayran li Heîlbronnê wefat kir

Sîracettîn Kayran ku demeke dirêj di nava tevgera siyasî ya Kurd de kar kir, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da.

Sîracettîn Kayran du serdeman Serokatiya BDP'ê ya Bajarê Sêrtê kiribû. Di heman demê de endamê Komxebata Baweriyan a KCD'ê bû. Ji ber cezayê ku lê hatibû birîn pênc sal bûn ku li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê li sirgûnê bû.

Kayran li Mizgefta Şêx Saîd a li Heîlbronnê mele bû. Di heman demê de tevlî karê Meclîsa Navenda Civaka Kurd bû.

Kayran ku endamê Civaka Îslamî ya Kurdistanê bû, sê meh bû ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Kayran êvara 9'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji Balafirgeha Frankfûrtê şandin Sêrtê ji bo bê veşartin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyanî weşandin û sersaxî xwestin.