MKP: Hevrêyê me Asker di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da

Partiya Maoîst Komunîst ragihand, ku hevrêyê wan Asker Yer di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Komîteya Ewropayê ya Partiya Maoîst Komunîst daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Me hevrê Asker Yer di qezayeke kar de winda kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Asker Yer 16'ê Adarê li karê înşaetê di qezaya kar de bi giranî birîndar bû, ew rakirin Nexweşxaneya Stûttgart Katharînen Hospîtal, ji roja ku rakirin nexweşxaneyê ve di servîsa lezgîn de bû, lê jiyana xwe ji dest da. Di serî de malbata wî, serê hezkiriyên wî, dost û hevrêyên wî sax be."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Asker bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar, rêxistinî her tim xwedî li têkoşînê derdiket."