'Şûna nexweşên dimirin yekser tê dagirtin'
Şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê zû belav dibe. Doktor dibêjin, şert û mercên heyî yên li hin nexweşxaneyan vê gavê îdare bikin jî ji ber ku hejmar roj bi roj zêde dibe wê kapasîteya nexweşxaneyan têrê nekin.
Şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê zû belav dibe. Doktor dibêjin, şert û mercên heyî yên li hin nexweşxaneyan vê gavê îdare bikin jî ji ber ku hejmar roj bi roj zêde dibe wê kapasîteya nexweşxaneyan têrê nekin.
Daxuyaniyên ku li Tirkiyeyê têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) tên weşandin nîşan didin ku rewş roj bi roj digihêje asta Îtalya û Spanyayê. Kedkarên tenduristiyê jî balê dikişînin ser kêmaniya servîsên lezgîn, personel û alavên parastinê.
Doktorekî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku alavên ji bo parastina ji şewbê wan bi xwe kirîne û servîsên lezgîn her roj tijî dibin. Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa dike ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku tevdîrên xwe gelekî baş in, lê belê xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku rewş niha tenê 'tê îdarekirin' ji bo dema bê nediyar e.
Doktorê li Cerrahpaşayê anî ziman ku di vê demê de beşên servîsa lezgîn timî tijî dibin, di rewşa heyî de têrê nakin û dema bê wê rewş metirsîdar bibe. Doktor got, "Servîsa lezgîn a ku me ji bo nexweşên Covîd-19 amade kiribû tijî bû. Me jî cihê emeliyatê yê bingehîn girt û vediguherînin cihê servîsa lezgîn. Beriya niha ji bo 6 kesî bû, tijî bû... Roja Înê me ev kapasîte kir ji bo 12 kesî.
Em nizanin ku hîn ê wê çiqasî bê zêdekirin. Ji ber ku personel kêm in. Li gorî agahiyên dawî yên gihîşte min li servîsan 180 nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hebûn. Îro bûye çend nexweş nizanim. Timî nexweş tên. Şûna yên jiyana xwe ji dest didin yekser tê dagirtin."
Nexweşxaneyên din ên li Stenbolê jî vê texmînê dikin: "Li gorî texmîna me nexweşxaneyên pandemî yên cemaweriyê hemû tijî bûne. Hejmar jî vê yekê nîşan dide."