CDK-F û TJK-F di çarçoveya kampanyaya ‘Komîteya krîzê ya hevpar’ a têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 dabû destpêkirin, ji bo personelên tenduristiyê yên li Fransayê kar dikin dest bi kampanyaya destekdayînê kir.
Di çarçoveyê wê ji bo xebatkarên tenduristiyê xwarin û maskeyan dabîn bike. CDK-F û TJK-F diyar kir ku wê destpêk komîteya krîzê ya hevpar nexweşxaneyên muhtac tespît bike.
Heta niha li bajarên Poîssy, Mûlhoûse û Drancy ên Fransayê restorantên Kurd rojane bi kêmanî xwarin ji bo 150 kesî dişîne. CDK-F û TJK-F plan dike ku xwarina ku ev 10 roj in bi rêkûpêk tê belavkirin li hemû welat belav bike.
DEST BI DIRÛTINA MASKEYAN JÎ TÊ KIRIN
Her wiha CDK-F ji bo pêwîstiyên maske yên personelên tenduristiyê ku li dijî şewbê têdikoşin bi cih bînin, herêma Ile-de-France di nav de li gelemperiya Fransa bang li karsazên Kurd hatiye kirin ku cawê pêwîst dabîn bike ji bo çêkirina maskeyan.
Ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî Fransayê 9 Kurd mirine. CDK-F û TJK-F sersaxî ji malbatên kesên mirine re xwest û bang li her kesê kir ku ji bo pêşîgirtina şewbê tedbîran bigirin û bi berpirsyar tevger bikin.