Li Tirkiyeyê 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine, 908 kes jî mirine
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 98 kes mirine, 4 hezar û 56 kes jî bi vîrûsê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 98 kes mirine, 4 hezar û 56 kes jî bi vîrûsê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Koca li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên mirine gihiştiye 908 kesî.
Her wiha Koca destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de jî 96 kes mirine. Li gel vê li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê mirine bû 908 kes. Dîsa 42 hezar û 282 kes jî bi vîrûsê ketine.