Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu di vê dema metirsiya vîrûsa koronayê de têkildarî rewşa li Girava Îmraliyê axivî. Koklu bi bîr xist ku Sîstema Tecrîdê ya li Îmraliyê ku li ser Ocalan tê ferzkirin 21 sal li li pey xwe hişt û got, "Di nava 21 salan de ji aliyê îdeolojîk, siyasî û felsefî ve gelek zext û êriş hatin kirin. Di şexsê Birêz Ocalan de jî têkoşîneke gelekî xurt hate meşandin."
'TÊKILDARÎ TEVDÎRAN AGAHÎ NEHATIN PARVEKIRIN'
Koklu bal kişand ser pirsgirêkên giran ên ji ber vîrûsa koronayê li cîhanê rû dane û destnîşan kir ku ev pirsgirêk û rîsk gelekî mezin in û hîn jî dewam dikin. Koklu got, "Di vê şewbê de mirovên dezafantaj di nava rîskeke mezintir de ne. Girtîgeh jî ji ber gelek sedeman di nava koma dezavantajan de ye. Lewma eşkere ye ku girtîgeh hemû di bin rîskê de ne. Di vê nuqteyê de têkildarî girtîgehan şaş an jî rast gelek tevdîr û guhertin tên nîqaşkirin û beşek ji wan jî bi cih tên anîn.
Lê belê têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ne tevdîrek heye, ne pêkanînên li girtîgehên din li wir tên bicihanîn, ne pêşketin û guhertinek heye, ne jî agahî tên dayin. Di vê mijarê de pêkanînên cihêkar 21 sal in didomin. Şewata ku beriya demeke kurt li Îmraliyê derket û piştre hevdîtina malbatê pêk hat, mînakeke din radixe pêş çavan. Ji çend salên dawî fêhm bû ku ji bo mirov karibin bi Girtîgeha Îmraliyê re têkiliyê deynin, divê ya grevên birçîbûnê pêk werin yan jî fikareke mezin a mîna şewatê hebe.
Li gel vê yekê, ji ber ku rewşa têkildarî Birêz Ocalan ne tenê ji bo şexsekî bi rîsk e, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd e, di şexsê Birêz Ocalan de ji bo gelê Kurd bi rîsk e. ji xwe karakterê bingehîn ê Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê, her pêkanîna li îmraliyê pêkanîna li dijî gelê Kurd e. Ti ji bûyerên li Îmraliyê diqewimin tesadûfî nînin. Di halê hazir de li Girava Îmraliyê tecrîdeke li derveyî hiqûq û exlaqê heye. Lewma têkildarî rewşa şewbê ya li Girava Îmraliyê û tevdîrên hatine wergirtin, divê Birêz Ocalan karibe bi xwe yekser ji gel û raya giştî re biaxive."
'ME SERÎ LI RAYEDARAN DAN'
Parêzer Koklu destnîşan kir, ji bo teredût hemû ji holê rabin divê têkilî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê danîn û got, "Serlêdanên me yên di vê mijarê de dewam dikin. Piştî ku şewbê bandor li Tirkiyeyê kir, bi navê parêzerên Birêz Ocalan me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan.
Daxwazên me bi giştî ew in, ku kontrola tenduristiyê ya muwekîlê me bê kirin, amûra testê ya Covîd-19 li girtîgehê hebe, bi rêk û pêk testa wî bê kirin, encamên testê jî ji muwekîlên me, parêzerên wî re bên ragihandin û mesrefên wê ji aliyê me ve bê dayin jî muwekîlên me karibin madeyên paqijiyê û hîjyenê, lepik û maskeyên tibî, paçikên aktîseptîk û antî bakteriyel, kolonya peyda bikin, odeyên lê dimînin bên firehkirin û karibin tevahiya rojê derkevin hewşê, hemû personel û wezîfedarên li giravê timî ji aliyê tenduristiyê ve bên kontrolkirin, testa wan bi rêk û pêk bê kirin û tevdîrên hatine wergirtin hemû ji me re bên ragihandin. Tevî vê yekê bi wergirtina tevdîran derfet bên dayin ku malbat û parêzer karibin pê re hevdîtinê bikin, mafê telefonê yên li girtîgehên din hemûyan tên bikaranîn li Îmraliyê jî bê bikaranîn."
'TI AGAHÎ NEHATINE PARVEKIRIN'
Parêzer Koklu ragihand, heta niha têkildarî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li Girtîgeha Îmraliyê hatine wergirtin ti agahî bi wan re nehatiye parvekirin û got, "Li gel daxwaza me ya ji bo agahdarkirinê jî Dadgeriya Înfazê diyar kir ku ev yek nekarê wî ye û red kir. Lê belê wezîfeya Dadgeriya Înfazê ew e ku tenduristiya ruhî û bedenî ya muwekîlên me biparêze û pêwîstiyên wî pêk bîne."
Koklu destnîşan kir ku ew ê serlêdan û daxwazên xwe bi israr bidomînin.