Li Girtîgeha Şakranê pêkanînên der mirovî tên kirin

Saît Bahdir ê ji Girtîgeha Şakranê hate berdan bal kişand ser mecên xirab ên girtîgehê, diyar kir ku ji ber şewba Koronayê fêkî û zebze nedihatin dayîn.

Rêveberê Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmara (TÛHAYDER) ê Mijdara 2019’an li Îzmîrê hate girtin û 8’ê Nîsanê li dadgehê hate berdan, mercên girtîgehan û binpêkirinên mafan vegot.

Bahadir anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê li gel 18 girtiyan di heman qawîşê de dima, ji ber şewba koronayê hinek ji neçarî li erdê radiketin.

Bahadir destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê tendê du caran qawîş dezenfekte kiriye, diyar kir ku ne maske û ne jî lepik nedane wan.

Bahadir ê diyar kir ku rojê tenê 4 saet ava germ didan wan ev got: “Di vê dema şewbê de rojê tenê 4 saet ava ger didan. Ew jî pir kêm dihat. Em 18 kes bûn. Em li gel kêmhatina avê neçar bûn hemû xwe bişûn. Me cilên xwe dişûşt û paqijî dikir. Ew jî hinek girtiyan dikir û hinekan jî nedikir. Gelek girtî li erdê radizan. Divê her roj erd bihata paqijkirin. Ti ewlekariya vê nedihate kirin. Dema gardiyan dihatin em dijimartin di destê wan lepik û maskeyên wan hebûn, lê bi ti awayî nedidan me. Em bi derfetên xwe yên kêm rêgirî li vîrûsê dikir.”

Bahadir diyar kir ku zebze û fêkî nedidan wan û got: “Digotin ji ber ku fêkî û zebze ji destan digihêje destan ji bo wê nedidan. Ji xwe xwarin pir baş nebûn. Li dijî vê vîrûsê divê bedena mirov xurt be. Divê vîtamîn bihata dayîn ku beden xurt bibe. Lê ev yek nedikirin. Nirxên tiştên kantînan jî pir bûha bûne.”