Beştaş: Destê ji ser goran rakin
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir rûxandina goran di tu bawerî û hiqûqê de cihê wê nîne û got: “Destê xwe ji ser goristanan rakin û êrîşan rawestînin.”
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir rûxandina goran di tu bawerî û hiqûqê de cihê wê nîne û got: “Destê xwe ji ser goristanan rakin û êrîşan rawestînin.”
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş da zanîn ku pêvajoya koronayê bi awayek zelal nayê birêvebirin û tenê pêvajoyê bi gotinan bi rê ve dibin û lê tu behsa şert û mercên xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê dikevin nayê kirin.
‘DI KÎJAN BAWERÎ Û HIQÛQÊ DE RÛXANDIN HEYE?’
Beştaş bertek nîşanî rûxandina gorên li bajarên Kurdistanê da û wiha got: “Gor tên xera kirin û kêl tên şikandin. Malbat tên tehdîtkirin. Lê medya navendî ya xizmeta desthilatê dike ser vê yekê tê sansûrkirin. Sûcek mezin tê kirin. Di kîjan bawerî û di kîjan pergala hiqûqê de cihê rûxandina goran heye? Rûxandina goran dî kîjan nirxê mirovahiyê de bi cih dibe? Gor cihê însanek ku herî dawî lê radikeve û bêhna xwe lê berdide ye. Rûxandina goran li gel guhertina yasayî ya rast di rêgezên olê de jî hatiye qedexekirin. Hem yasa hem jî mafê takekesî yê malbatê tune tên hesibandin. Em dixwazin bêjin ku divê sûcdar demildest derxin holê. Destê xwe ji ser goran rakin û êrişan bisekinînin. Tiştên qewimandin têr nakin hûn welatiyên me di bin axê de jî rehet bernadin.”