Gokçek: Soza konserek ya cih û dîrokê wê diyar bidin me

Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê bi sedan roj in di rojiya mirinê de ye got: “Ji bo me soza konserek ya cih û dîrokê diyar be, bidin.”

Gokçek ê 316 roj in di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku ne banga merhametê û ne jî wijdanê dikin, tenê edaletê dixwazin.

Gokçek got: Soza konserek a cih û dîroka wê diyar be, bidin me. Rê bidin ku bila hevalên me Alî Araci û Sûltan Gokçek ê doza wan a dadgehkirinê heye bên berdan. Rêya pêşiya mirinê girtin ev e.

Gokçek bi domdarî got: “Em ne banga merhamet û ne jî wijdanê dikin. Em edaletê dixwazin. Hiqûqê pêk bînin, mirinê rawestînin. Çima daxwazên rewa yên Grûp Yorûmê nayê pêkanîn?”