'Mûstafa bi destê dadgeriya Tirk û desthilatdariya siyasî hate kuştin'

Parêzera Mûstafa Koçak Ezgî Çakir diyar kir ku bi komployekê xwestin Mûstafa Koçak ceza bikin, lê Koçak nexwest bikeve bin barê gunehên dewletê, lewma li ber xwe da.

Mûstafa Koçak bi daxwaza darizandineke adîl kete rojiya mirinê û di roja 297'em3ın de jiyana xwe ji dest da. Vê yekê bêedaletiya li Tirkiyeyê careke din raxist pêş çavan. Parêzera Koçak Ezgî Çakir têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Çakir diyar kir ku Mûstafa Koçak bêyî delîleke şênber li ser gotina îtirafkarekî bû bersûcê dosyayeke çalakiyeke dozgeriyê û got, "Xwestin ku bi vê dosya komployê re Mûstafa ceza bikin. Bi gotina Mûstafa, wî nexwest bikeve bin barê gunehên dewletê, nexwest serê xwe dirêjî ber kêrê bike. Bertolt Brecht digot, 'Eger neheqî ketibe şûna hiqûqê, hingî berxwedan jî wezîfe ye'. Mûstafa jî berxwedan kir wezîfeya xwe."

Çakir qala pêvajoya girtina Mûstafa Koçak kir û got, "Di encama lêpirsîna ku bi îftirayên Berk Ercan dest pê kir, Mûstafa Koçak di 23'ê Îlona 2017'an de hate destgîrkirin. Li şaxê siyasî yê Stenbolê ku lê girtî bû 12 rojan êşkence lê hate kirin. Bi destavêtina li xwişkên wî gef lê hate xwarin û zext lê hate kirin ku li ser sê kesan îfadeya derewîn bide. Mûstafa Koçak li pêşberî êşkenceyê îdare kir û ev pêşniyara polîsan qebûl nekir. Di 4'ê Cotmeha 2017'an de hate girtin."

Têkildarî pêvajoya dadgehê jî Çakir got, "Dema ku darizandinê dest pê kir, li 27'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê li dijî muwekîlê min her tiştên bêeleqe li nava dosyayê hate bicihkirin. Ji 2 îtirafkaran Cavît Yilmaz daxwaznameyek ji dosyayê re şand û qala gefên êşkenceyê, rêbazên lêpirsînê yên qedexekirî kir ku lê hatin kirin. Got ku ji ber zexta MÎT, dozgeriyê û polîsan neçar hatiye hiştin ku îfadeya derewîn bide, îfade ji aliyê polîsan ve hatiye nivîsandin, gotinên hatine gotin ne yên wî ne û xwest ji nû ve lê bê guhdarîkirin. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir.

Dadgehê di her qonaxa darizandinê de bi rengekî eşkere nîşan dida ku ew bi alîgiriyê tevdigere û wê ceza bide muwekîlê min. Tevî ku di sê rûniştinan de daxwaza redî hakîm hate kirin, darizandinê dewam kir û di cezakirinê de israr kir. Mafê parastinê yê muwekîlê min binpê kirin û bêyî parastina têkildarî esasê werbigire hikum da. Destgîrkirin, darizandin û cezakirina muwekîlê min li dijî Qanûna Ceza ya Tirk û pîvana bingehîn a mafên mirovan e.

Mûstafa ji ber ku ev bêedaletî qebûl nekir, bi daxwaza darizandina adîl, tespîtkirina yên ku di dema destgîrkirinê de êşkence li wî kirine û ji bo ji nû ve guhdarîkirina li Cavît Yilmaz, ji bo darizandina ne bi rengekî girtî û ji nû ve darizandina wekhev dest bi greva birçîbûnê kir, piştre veguherand rojiya mirinê û daxwaza edaletê kir."

Çakir destnîşan kir ku di dosya dadgehê de li dijî Mûstafa Koçak delîl nebû û got, "Tenê îfadeya îtirafkarekî hebû. Berk Ercan li ser 344 kesî îfadeyên derewîn da, ew bi xwe bi çekên giran hate girtin û ji bo neyê cezakirin li ser kesên sêyemîn îfade da... Cavît Yilmaz jî şahidê duyemîn e ku di dema dozê de gef û êşkence lê hatiye kirin, lê wî îfadeya xwe vegerandiye."

Parêzer Çakir diyar kir ku bi kurtasî di dosya Koçak de tenê îfadeya şahidekî heye û got, "Ew jî Berk Ercan e, ew jî di statuya şahidê veşartî de lê hatiye guhdarîkirin. Li gorî biryarên dadgeha bilind bi îfadeya şahidekî bi tenê yê veşartî nabe ku hikum bê dyain. Tevî vê yekê jî bêyî ku delîl di dosya têkildarî Mûstafa de hebe hikum lê hatiye birîn."

Çakir destnîşan kir, sîstemeke dadgeriyê ya ku xizmetê ji îdeolojiya faşîzmê re dike nikare edaletê bîne, wê civakê bixe nava kaosê û got, "Em dibînin ku îro ev yek tê kirin. Mûstafa ji aliyê dadgeriya Tirk û desthilatdariya siyasî ve hate kuştin."