Kiliçaslan: Mejiyê mêr ê mîlîtarîst ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e

Fatma Kiliçaslan a HDK'î diyar kir, ku qedexeya derketina derve ya ji ber şewba Covîd-19 hate ragihandin, bû sedema zêdebûna tundiya li jinê û got, bûyerên tundiyê yên hatin qeydkirin bi rêjeya 38 ji sedî zêde bûn.

Ji Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatma Kiliçaslan destnîşan kir, jinên ku ji ber pandemiyê li malê dimînin di rewşeke gelekî metirsîdar de ne.

Kiliçaslan diyar kir, jinên ku hewl didin xwe ji metirsiya vîrûsê biparêin li malê tundî li wan tê kirin û got, li gorî hejmara bûyerên tundiyê yên Adara par, vê salê bi rêjeya 38 ji sedî bûyer zêde bûne.

Kiliçaslan ragihand, ji bo jinên ku dibin hedefa tundiya mêrên nêzî xwe yan jî tên qetilkirin tu tevdîr nayê girtin, neçar tên hiştin ku bi mêr re li heman malê bên hiştin û got, "Di vê mijarê de wergirtina tevdîran wezîfeya dewletê ye. Lê belê ji ber ku tu tevdîr nayên girtin jin û zarok di navbera vîrûsa Covîd-19 û vîrûsa mêrtiyê de hewl didin jiyana xwe biparêzin."

Kiliçaslan destnîşan kir, dewlet hem li dijî tundî û komkujiya li jinê tevdîran nagire hem jî çav berdaye destketiyên jinê.

Kiliçaslan diyar kir, ku êriş wê nikaribin jinan ji israra wan a ji bo temsîliyeta wekhev vegerîne.

Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Fatma Kiliçaslan bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Sûriyeyê û destnîşan kir, bi veguhastian leşkerî ya li Idlib û Lîbyayê re AKP şer girantir dike.

Kiliçaslan bi bîr xist ku hefteya derbasbûyî di bombekirina kampa penaberan a Mexmûrê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û got, "Ev rewş jî nîşan dide ku mejiyê mêr ê mîlîtarîst ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e. Di demekê de ku mirov ji bo sax bimîne li malê dimînin û piştgiriya hev dikin, cenazeyê kurê dayikekê bi koliyekê bi postayê şand jê re.

Dewlet di nava ti şert û mercî de dest ji hiqûqa dijminatiyê bernade. Li dijî vê yekê jin jî wê her tim alîgirê aştiyê bikin. Jin heta ku xwe nekin hêzeke rêxistinbûyî û bi hêza xwe nehesin wê ti hêz ji bo jinan tevdîran negire û ji vê sîstema mêtinger rizgar neke. Divê jin têkoşîn û piştevaniya li hev mezin bikin û xwedî li têkoşînê derkevin."