Girtiyên siyasî: Em terkî mirinê kirin!

Girtiyên siyasî û yên nexweş diyar kirin ku ew terkî mirinê hatine kirin, ligel ku nîşaneyên nexweşiyan bi wan re hene jî test nehatiye kirin.

Pandemiya Covîd-19’ê li dinyayê dibe sedema mirina mirovan. Desthilatdariya AKP û MHP’ê jî alîgirên xwe, çete û tacîzkar tehliye kir lê girtiyên nexweş nehatin berdan.

Necdet Abî yê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de bi rêya xwişka xwe Meral Abî got ku “Li vê derê ewlehiya canê me tune.”

Abdullah Orhan ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de bi rêya hevjîna xwe Zekiye Orhan got ku “Di warê xwarin, vexwarin û paqijiyê de tu pêşketin tune.”

Girtiyê nexweş ê bi navê Nesîmî Kalkan ê ku nexweşiya çolyakê pê re heye û di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye ji hevjîna xwe re gotiye ku ji ber aşpêj tune, bi rojan e xwarinên bêyî glûten nadin wî. Hevjîna wî Taybet Kalkan got ku, “Hevjînê min nikare xwarinên normal bixwe. Ji ber ku bedena wî qebûl nake, zik û serê wî diêşe.”

Nazlin Solgûn a di Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê de jî diyar kir ku 3 hefte ye qirik û çavê wê diêşe lê ew nebirine nexweşxaneyê. Solgûn diyar kir ku tevî 2 hevalên xwe di karantînayê de ne û got ku “Dozger û midûrê girtîgehê naxwaze ku testa koronavîrusê li me were kirin. Nahêlin em ji malbatên xwe re qala pirsgirêkan bikin. Ji 22’ê Nîsanê û vir ve em li bendê ne ku me bibin nexweşxaneyê.”

Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jî 3 girtiyên berasteng di şertên dermirovahiyê de ne. Sedal Yildirim ji sedî 98 berasteng e, Abdûllah Tûrhan ji stû û berjêrtir bi felcê ye û Engîn Aktaş jî destekî wî tune û bi nexweşiya weremê ketiye. Saziya Tipa Edlî 5 caran rapor amade kiriye ku Aktaş nikare di girtîgehê de bimîne lê Aktaş bi hinceta dibe ku bireve, nayê berdan.