HDP: Koçber di nava lepên birçîbûnê de hatin hiştin
HDP'ê diyar kir, di dema pandemiyê de koçber li nava birçîbûnê de hatine hiştin û destnîşan kir, "Bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e."
HDP'ê diyar kir, di dema pandemiyê de koçber li nava birçîbûnê de hatine hiştin û destnîşan kir, "Bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e."
Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em, kedkarên koçber ên di nava lepên birçîbûnê de hatine hiştin ji bîr nakin"
Agaoglû got, "Ji ber şewba Covîd-19 li Tirkiyeyê zêdeyî milyonek koçberên bêewle û bêqeydikrî dihatin xebitandin ji kar hatin derxistin û tevî malbatên xwe di nava lepên birçîbûnê de hatin hiştin. Di vê pêvajoya şewbê de zêdeyî 4 milyon koçber hene ku 2 meh in bi rengekî bêewle û bêhatine di nava şert û mercên giran de ne."
HDP'ê destnîşan kir, "Bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e."
HDP'ê bang li mirov û hêzên pêşverû kir ku daxwazên bingehîn ên çîna karker û kedkarên koçber ên keda wan tên xwarin, bi rengekî berfireh bixin rojevê û xwedî li wan derkevin.