Şivan Perwer lêborîna xwe xwest

Hunermend Şivan Perwer bi peyamekê diyar kir ku axaftineke wî ya beriya niha şaş hatiye fêhmkirin û ji bo civaka Êzidî got, "Eger min dilê kesî êşandibe ez lêborîna xwe dixwazim."

Hunermendê Kurd Şivan Perwer beriya niha di peyameke xwe de nêrîn û rexneyên xwe li ser rewşa civakî anîbû ziman, lê hin gotinên wî di nava civaka Êzidî de bûbû sedema nerazîbûnê.

Şivan Perwer têkildarî mijarê peyamek bi dîmen weşand û diyar kir ku mebesta wî şaş hatiye fêhmkirin û lêborîna xwe xwest.

Peyama Şivan Perwer wiha ye:

"Ezdayî dîroka me Kurdan e. Ezdayî birayên me ne, çavê me ne, ji ber ku li ser wan gelekî neheqî çêbûye. Ferman li wan çêbûye, gelekî zehmetî û êş kişandine. Êşa wan êşa me ye. Ez tu carî li ser olekê, li ser civatekê, li ser miletekî nikarim bêjim faşîst e, ya rasîst in, ya filan û bêvan. Niyet baş bû, lê di ûslubê de gotin baş nehate fêhmkirin. Tu carî nabêjim Êzidî faşîst e, yan Misilman faşîst e, yan Xiristiyan faşîst e. Ez dibêjim kiryar hene ku êşê dide mirovan. Ew êş li dijî mirovahiyê ye, bila li ba me nebe. Em qedir û qîmeta mirovên xwe jî zanibin, qedir û qîmeta hevdu jî zanibin. Ji ber wê yekê gelek kes ji me êşiyan, pir nerehet bûn, li her devera Kurdistanê sosyal medya gelek tişt tevlîhev kir û nexweş kir. Ez rica dikim, ji bo vê meselê; çawa ku min dest pê kir, ez bi xwe dibêjim, bi tolerans nêzî hev bibin, biaxivin, çi tiştên şaş çi tiştên rast heye ji hev bigirin, ji hev veqetînin. Wisa êriş qet nebaş e. Eger min dilê kesî êşandibe ez lêborînê dixwazim. Xelkê me yê Êzidî gelekî êş û kêşe kişandiye, çav û roniya me ne. Em Êzidî ne, em Elewî ne, em Sûnî ne, em Xiristiyan in, em Mazdeyî ne, em Şîa ne, em Yarsanî ne, di me de gelek ol û baweriyên kevn hene. Welatê me xwedî kevnariyeke mezin û berfireh e. Kurdistan me xwedî bihuşta şahrezayiyê ye. Em dibêjin em pêk ve, em birayê hev in, em tev li vê xwedî derkevin. Meseleya min ev e, tiştekî din nîne. Hûn ê li Şivanê xwe bibihurin, ez Şivanê we me."