ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Parêzera Mûstafa Koçak Ezgî Çakir diyar kir ku bi komployekê xwestin Mûstafa Koçak ceza bikin, lê Koçak nexwest bikeve bin barê gunehên dewletê, lewma li ber xwe da.
Mele Mehmet Emîn Kiliç anî ziman, divê ew baş zanibin ku cihê êrîşên li dijî goristanan li nava felsefe û armanca Îslamê qet nîne û got, "Di olên Semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nîne."
Fatma Kiliçaslan a HDK'î diyar kir, ku qedexeya derketina derve ya ji ber şewba Covîd-19 hate ragihandin, bû sedema zêdebûna tundiya li jinê û got, bûyerên tundiyê yên hatin qeydkirin bi rêjeya 38 ji sedî zêde bûn.
Guldexwîn li çiyayên Colemêrgê şîn bû. Kulîlka Guldexwîn ku bi biharê re li ser çiyê şîn dibe, mehekê naçilmise.
Rayedarên servîsa rewşa awarte ya pedîatrîk a li Îngilistanê bal kişandin ser nexweşiyeke tayê ku bandorê li zarokan dike û gotin, dibe ku ev yek vîrûsa koronayê SARS-CoV-2 be.
Bala cîhanê li ser têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 ye. Di demeke wiha de li parzemîna Efrîkayê ku ji ber tevdîrên şewbê alîkarî nayê şandin, jiyana bi sed hezaran mirovî ji ber tayê di metirsiyê de ye.