Yenî Ozgur Polîtîkayê ji bo abonetiyê bang kir

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku wê 4'ê Gulanê ji nû ve li ser kaxizê bê çapkirin, banga abonetiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hûn jî dikarin bibin beşek ji kevneşopiya çapemeniya azad."

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji 2'ê Nîsanê ve li ser înternetê weşanê dike, ji 4'ê Gulanê û pê ve wê ji nû ve li ser kaxizê bê çapkirin.

Di daxuyaniya rojnameyê de hate gotin, "Ji 4'ê Gulanê û pê ve em ji nû ve dest bi weşana li ser kaxizê dikin. Rojnameya me wê destpêkê bi 10 rûpelî bê çapkirin û tenê bigihêje ber destê aboneyên me. Piştî ku tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê bi dawî bûn wê ji dest bên belavkirin û li firoşehan ji nû ve hebin.

Di vê pêvajoyê de ji bo pêşvebirina weşangeriya me ya înternetê amadekariyên me yên ji bo malpera nû dewam dikin. Malpera me ya nû jî wê di dema herî kurt de bikeve xizmeta we. Bi naverokeke tijî û dagirtî, bi nivîskar û mijarên dewlemend hem li ser kaxiê hem jî li ser înternetê em ê bi rengê herî zû hewl bidin xwe bigihînin we."

'BIBIN ABONE, BIBIN BEŞEK JI ÇAPEMENIYA AZAD'

Di dawiya daxuyaniya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev peyam hate dayin:

"Gelê me yê li dîasporayê bi abonetiyê dikarin destekê bidin rojnameya me û bibe parçeyek ji kevneşopiya çapemeniya azad."

AGAHIYÊN PÊWÎST ÊN JI BO ABONETIYÊ

Aboneya li Elmanyayê:

Heqê abonetiya mehekê: 25 Euro

Heqê abonetiya 3 mehan: 70 Euro

Heqê abonetiya 6 mehan: 130 Euro

Heqê abonetiya salekê: 250 Euro

Abonetiya li Swîsreyê:

Heqê abonetiya 6 mehan: 300 Frangê Swîsreyê

Heqê abonetiya salekê: 500 Frangê Swîsreyê

Abonetiya li welatên din ên Ewropayê:

Heqê abonetiya 3 mehan: 75 Euro

Heqê abonetiya 6 mehan: 150 Euro

Heqê abonetiya salekê: 300 Euro

Agahiyên li ser hesabên bankayê

SPK Langen-Selingenstadt

Konto No: 36 11 67 21

BLZ: 506 521 24

IBAN: DE 05506521240036116721

SWIFT BIC: HELADEF1SLS

E-Mail: [email protected]