ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek da û diyar kir, "Erk û wezîfe ye ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê li dijî êriş û sîstema kapîtalîst li ber xwe bidin û têkoşîneke demokrasî û wekhkeviyê ya xwe dispêre azadî û cihêrengiyê bimeşînin."
Şoreşgerên enternasyonalîst ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava komuna enternasyonal de digirin, destnîşan kirin ku sîstema civakî û ekolojîk wê kapîtalîzmê têk bibe.
Kemal Civandag (Delîl Erzîncan) ê li Dersimê ji dayik bû, dema ku li Zanîngeha Enqereyê beşa Fîzîkê dixwend PKK nas kir. Di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2007'an li Dersimê şehîd bû.
Li Welatên Efrîkayê ku li dijî şewba Covîd-19 tevdîrên tund hatine girtin, ji ber nerazîbûna li qedexeyan, hikumet neçar dimînin ku tevdîran sist bikin.
Gelê Lubnanê ku ji karên nelirê û rêveberiya nebaş bêzar bûye, doh ji bo ciwanekî ku çend roj berê hate qetilkirin li qadan bû.
Hate ragihandin, êrişa pêr a li bajarê Colembes ê Fransayê ku kesekî wesayita xwe bi ser polîsan ve ajot, dibe ku pêwendiya xwe bi 'terorîzmê' re hebe.