Rewşa girtiyê nexweş Kaya yê 85 salî giran e
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ragihand ku girtiyên nexweşê giran Abdulhalim Kaya yê 85 salî ku li girtîgehê nayê dermankirin, rewşa wî pir giran bûye û ser hişê xwe çûye.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ragihand ku girtiyên nexweşê giran Abdulhalim Kaya yê 85 salî ku li girtîgehê nayê dermankirin, rewşa wî pir giran bûye û ser hişê xwe çûye.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 322’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, daxuyanî da çapameniyê. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê girtî ye û rewşa wî ya dawîn ragihand.
Çevîrmen, diyar kir ku Kayaji ber daxuyaniyeke çapameniyê ku di sala 2008’an de li Sêrtê hatiye dayîn hatiye destgîrkirin û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û bi van gotinan bal kişand ser rewşa wî: “Di 20’ê îlonê de li Bûrsayê emeliyata prostatê bûye û bêyî tedawî û kontrolên wî temam bibin di ser mala wî de hatiye girtin û bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin hatiye girtin. Li gorî agahdarkirina malbata wî 4 sal û 6 meh cezayê wî maye û razandina ji vî cezayî 2 sal û 6 meh e.”
Di berdewamê de Çevîrmen, destnîşan kir ku Kaya 2 caran emeliyat bûye û geleke nexweşiyên wî yên kronîk hene û ji bo ku bê berdan ev bang kir: “Rewşa wî ya ku karibe bi tena serê xwe li xwe binêre tuneye. Pêwistiya wî bi malbata wî heye. Ne pêkan e ku di girtîgehê de bimîne. Ev jî binpêkirina mafê jiyanê ye. Bêyî ku dereng bê xistin divê Kaya sewqî Saziya Tipa Edlî bê kirin, cezayê wî bê paşdexistin û demildest bê berdan.”