Divê Ekîm Polat a 23 salî serbest bê berdan
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê were berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê were berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya xwe ya li navçeya Konakê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê girtî ye.
‘ÊŞKENCE LI POLAT TÊ KIRIN’
Çîçek da zanîn ku Polat sala 2016’an li Stenbolê hatiye destgîrkirin û 25 rojan destgîrkirî êşkenceyeke giran dîtiye û wiha got: “Di nav lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de cih digre. Nexweşiyên hestî, dil û pençeşêrê yên Polat hene. Dibe ku felc jî bibe. Hatiye gotin ku divê bê tedawîkirin, lê nayê tedawîkirin. Saziya Tipa Edlî bi nexweşiyên wî re mijûl nebûye û biryarên redkirinê daye. Niha li girtîgehê êşkence li Ekîm tê kirin û gefa kuştinê lê tê xwarin. Sedema tedawînekirina Ekîm a di vî temenê ciwan de çi ye? Ji bo Ekîm daxwazên pêwîst ji saziyên eleqedar hatine kirin. Em ê rewşa Ekîm ji nêz ve bişopînin û divê tavilê bê berdan.”