CDK-F li ber daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê rabû
CDK-F'yê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya doh a Wezareta Karên Derve ya Fransayê da û diyar kir ku bi rêya vê daxuyaniyê, bi rengekî gemarî û neheq, gelê Kurd hatiye sûcdarkirin.
CDK-F'yê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya doh a Wezareta Karên Derve ya Fransayê da û diyar kir ku bi rêya vê daxuyaniyê, bi rengekî gemarî û neheq, gelê Kurd hatiye sûcdarkirin.
Têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê ku gotibû, "Em êrişa PKK'ê ya li dijî hêzên hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin", Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê divê dawî li durûtiya xwe bîne.
CDK-F'yê diyar kir, di demekê de ku dewlet/hikumeta Fransayê bi Tirkiyeyê re xwedî pirsgirêkên cidî û tengezar e, di demekê de ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi rengekî eşkere gefê li Fransayê dixwee, Wezareta Karên Devre ya Fransayê bi vê daxuyaniya li dijî Kurdan, li dijî PKK'ê peyameke piştgiriyê daye Tirkiyeyê û bi bîr xist, ku Fransa baş zane dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava û Başûrê Kurdistanê yên dagir kiriye 40 baregehên leşkerî ava kiriye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Êrişa PKK'ê ya li dijî hêzên hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye şermezarkirin" û hate diyarkirin ku di daxuyaniyê de peyva 'PKK di lîsteya rêxistinên terorê de ye' bi taybetî hatiye bicihkirin.
CDK-F'ê diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê amadekariya şerekî berfireh dike, hewl dide di navbera PDK û PKK'ê de şer derxîne û destnîşan kir, "Ev plan bi temamî planeke dewleta Tirk e û dixwaze bi şerê navbera Kurdan bi rengekî mayinde li xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bibe.
Hikumeta Fransayê, ji bo astengkirina şerê navbera Kurdan ku Tirkiye dixwaze derxîne, dikare bi roleke çêker rabe. Ji bo çareseriya pirsgirêkên nava Kurdan, ne bi şer lê belê ji bo hevdîtin û diyaloga navbera PDK û PKK'ê dikare navbeynkariyê bike."
CDK-F'ê diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniya xwe piştgirî dayê polîtîkaya belavkarî û dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku dixwaze li Başûrê Kurdistanê/Iraqê bixe meriyetê.
CDK-F'ê ragihand, Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi rêya vê daxuyaniyê bi awayekî gemarî û neheq gelê Kurd sûcdar dike û wiha dewam kir; "Biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê kus ala 2019'an biryar da ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û biryara Dadgehên Belçîkayê ku PKK'ê ne weke rêxistineke terorê lê belê weke aliyekî şer pênase dike, ji bo Wezareta Karên Derve ya Fransayê bêwate tê dîtin. Hikumeta Fransayê li şûna biryarên dadgeriya Ewropayê, argumanên dewleta Tirk tercîh kiriye."
CDK-F'ê diyar kir ku Fransayê bi rêya vê daxuyaniyê rê li ber şerekî gengaz ê navbera PDK'ê û hêzên din ên Kurdan vekiriye û wiha dewam kir: "Em bang li Wezareta Karên Derve ya Fransayê dikin ku dawî li siyaseta xwe ya durû bîne ku bi salan e dewam dike."